Li bara Roks`ê

Li bara Roks`ê

Roks, Rêxistina Nîştimanî ya Sitargehên Jinan û Sitargehên Keçikan li Swêdê, saziya herî mezin a sitargehên jinan û keçikan li welêt e. Armanca Roks`ê parastina berjewendiyên hevbeş ên sitargehan li karê xwe hemberî tundî û şideta mêran dijî jinan e.

Roks têdikoşe raya giştî amade bike û bi awayekî çalak kar dike raya giştî ji vê rastiyê agahdar bike ku sitargehan pê ra rûbirû ne û derbarê pirsgirêkên têkildarî sitargehan guftogoyên eşkere saz dike.

Roks rêxistineke fêminîstî ye ku li ser maf û azadiyê jinan û keçikan û hewriha wekheviya wan li hemû astan da kar dike. 


 SITARGEHÊN JINAN

Her sitargeh bi rêbaza xwe ya karkirinê serbixwe ye. Lê, tişta hevbeş a hemû sitargehan xeta arîkariyê ya lezgîn e ku li wir jin û keçên ciwan eger pêdiviya wan bi arîkariyê hebe dikarin telefon bikin. Hemû kesên ku telfon dikin û hez dikin navên xwe nebêjin dikarin nebêjin û navê tu kesî tomar nabe.

Sitargehên jinan li ser bingeha pêdiviyên ferdî û xwestekên her jinê piştevaniyê didin. Renge e pêvidiya wê hebe ku li bara rewşa xwe û pêwendiyên xwe yên heyî biaxive. Hetanî ew dikare li bara raporeke polês yan devojeniya girtîxaneyê tewsiyeyan bike. Ev yek dikare li bara sûîstifadeya cinsî ya niha yan ya salên berê be. Jinên li sitargehê kar dikin piştevaniya axaftinê û şîretkî pêk tînin û herwiha dikarin wek mînak heya serdana polîs, parêzer û xizmetên civakî jî piştevaniyê bidomînin.

Hejmarek sitargeh jî xetekî wan ê arîkariyê yê cuda heye. Li hin sitargehan telefonên nivîskî hene bo arîkariya bo wan jinan e ku guhên wan baş nabihîzin. Sitargehên din pisporên wergirtina wan salmezinan in ku ketine ber zinayê.

 Sitargeheke jinan li vir bibîne

 

SITARGEHÊN JINÊN CIWAN/KEÇAN

Li nava Roks`ê nêzîkî 30 sitargehên jinan hene, nêzîkî deh ji wan saziyên serbixwe ne. Sitargehên jinên ciwan piranî bi heman rêbazê kar dikin ku sitargehên jinan kar dikin lê balê dikişînin ser jinên ciwan ên ku, wek mînak, ketine ber gefan, reftara nebaş û sûîstifadeya cinsî, yan, bo hin sebeb û hokarên din, pêdiviya wan heye bi keçeke din ra biaxivin. Herwiha, ew bi awayekî çalak kar dikin ku raya giştî ji rewşa jiyanê ya keçikan agahdar bikin.

Sitargehên Jinên Ciwan malperên wan hene ku li vir in www.tjejjouren.se

Sitargeheke Jinên Ciwan li vir bibîne

 

KARKIRINA LI SITARGEHEKÊ

Piraniya kesên ku li sitargehan kar dikin bi xwebexşî vî karî dikin. Bo ku meriv li sitargehekê were pejirandin, meriv divê berî her tiştî li civîneke venêrînê beşdar bin ku sitargeh li dar dixe. Eger hûn hez dikin bibin endamê/a sitargeha xwe ya jinan an keçikan, ji sitargeha devera xwe ra pêwendiyê çêbikin.